Yegnik Karbo: Artsax ji bo me doza hebûnê ye

Ermenên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê destnîşan kirin ku Artsaxê bûye qurbana bazarên siyaset û ajandeyên dewletên hegemonîk û gotin: “Artsaxê ji bo me doza hebûnê ye, em ê ji bo rizgarkirina wê tê bikoşin.”

Meclisa Civakî ya Ermenî û Meclisa Ciwanan a Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) semînerek bi navê “Artsax banga azadiyê ji hundirê dorpêçê” da.

Semîner li navenda ciwanan a li bajarê Qamişlo bi beşdariya nûnerên tevgerên ciwanan û pêkhateyên herêmê hat dayîn.

Semîner ji aliyê hevseroka Meclisa Civakî ya Ermenî Yegnik Karbo ve hat dayîn.

Yegnik Karbo qala dîrok û erdnîgariya Artsaxê û bûyerên ku lê dibin kir û destnîşan kir ku Azerbacyan ji bo xewna tûranî ya Tirk dixebite û Îsraîl û dewleta Tirk a dagirker destekê didin wê.

Yegnik Karbo anî ziman ku Artsax ji aliyê desthilatdariya girêdayî hêzên emperyalîst û amûrên wan (Tirkiye û Azerbaycanê) ve hat firotin û got:

“Em li Artsax têk çû lê belê gelê Ermen têk neçû. Doza Artsaxê ji bo me doza hebûnê ye û em ê ji bo rizgarkirina wê tê bikoşin.”

Back to top button