Li Efrînê…90 darên zeytûn û 50 darên hinaran hatin birîn

Li Efrîna dagirkirî, dewleta Tirk û çeteyên wê, 90 darên zeytûn û 50 darên hinaran birîn.

Malpera”Afrin Post” ragihand ku li Xirêbê Şeran ê navçeya Şerayê, dewleta Tirk û çeteyên xwe 90 darên zeytûnan yên li zeviyê welatiyê Kurd Ebdilrehman Mihemed birîn.

Li gorî heman çavkaniyê, li gundê Birc Ebdela jî, çeteyan 50 darên hinaran hatin birîn.

Hat ragihandin ku ji ber xwedanê darên hinaran hinekî li ber xwe daye, ne hemû dar hatin birîn.

Back to top button