ÊRÎŞÊN REJÎMÊ DEWAM IN Û LI DER’A DEWRIYEKE RÛSÎ HAT HEDFGIRTIN

Rejîma Sûrî êrîşên xwe li ser herêmên ”Bêçek” berdewam dike.
Li gundewarê Idlibê bêtirî 68 êrîşên ezmanî pêk hatin.
Her wiha li Der’ayê jî bombeyek bi hêzên Rûsiyayê ve teqiya.
Derbarê rewşa mirovî jî, duh Konseya Ewlekariya Navdewletî civiya û banga rêvekirina ji alîkariyên mirovî re kir.

Ev 75 roj in balafirên şer ên rejîma Sûrî bênavber herêmên qaşo ”Bêçek” bombe dike.

Çavdêriyê Sûrî ya Mafên Mirov diyar kir ku li başûr û rojhilatî gundewarê Idlibê, bêtirî 68 êrîşên ezmanî pêk hatin.

Her wiha gundewarê Hemayê jî bêtirî 380 moşek hatin avêtin û 10 bermîlên teqemeniyê hatin barandin.

Di encamê de, 16 kes hatin kuştin, 8 ji wan sivîl bûn.

Li aliyekî din Çavdêriyê xuya kir ku li nêz bajarokê Sehwa li rojhilatî gundewarê Der’ayê bombeyek bi erebeyeke dewriyeya hêzên Rûsî ve teqiya.

Li gorî Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirov, di encamê de tenê ziyanên madî çêbûn.

Hêjayî gotinê ye beriya niha hêzên Rûsî gelek caran ji aliyê çeteyên dewleta Tirk ve hatine armancgirtin.

Nemaze baregeha Himêmîm li herêma Cebla li gundewarê Lazqiyê.

Herî dawî jî ev baregeh beriya du rojan bi riya balafirên bêpîlot hat êrîşinkirin.

Li aliyekî din û der barê rewşa mirovî ya li Sûriyê, duh Konseya Ewlekariya Navdewletî civiya.

KONSEYA EWLEKARIYÊ:
DIVÊ ALIYÊN ŞER LI SÛRIYÊ, RÊ LI BER ALÎKARIYÊN MIROVÎ VEKIN

Konseyê biryara pêşkêşkirina alîkariyên mirovî ji bo qurbaniyên şerê li Sûriyê stand.

Konseyê di rûniştina xwe de ji aliyên şer ên li Sûriyê xwest ku bi lez rê li ber gihandina alîkariyên mirovî vekin.

UNICEF: JI DESTPÊKA VÊ SALÊ VE, 140 ZAROK LI SÛRIYÊ JI BER ŞER JIYANA XWE JI DEST DAYE

Ev rûniştina Konseyê di demekê de tê ku rêxistina UNICEF a zarokan a girêdayî NY, raporek derbarê zarokên ku di encama şer de jiyana xwe ji dest dane, weşand.

Rêxistinê di rapora xwe de diyar kir ku ji destpêka vê salê ve herî kêm 140 zarokan jiyana xwe ji dest dane.

Rêxistinê destnîşan kir ku zarok baca herî giran di şerê li Sûriyê de dan.

Leave a Reply

Back to top button