Hêzên rêjîma Sûrî komkujiyek derheqê şêniyên Efrînê de kir.
Ji ber rewşa wan a dijwar, hejmarek sivîl ketibûn riya Helebê, lê hema hêzên rêjîmê gule bi awayekî heremokî bi ser siwareyê de berdan.
Di encamê de 6 sivîl şehîd bûn û hejmarek jî birîndar bûn.
Êrîşa hêzên rêjîmê 12 Tîrmehê li ser rêya navbera Nibol û Helebê nêzî gundê Tel Cibînê pêk hat.
Kesên şehîd bûne, ji gundê Eltaniya yê Recoyê û gundên Baflûnê û Qitmê yên Şera ne.
Tora Çalakvanên Efrînê ya facebookê navên 5 birîndaran ku ji malbatekê ne û ji gundê Baflûnê yê Şera ne, girte dest:
– Şêxo Îsa Sîdo yê 37 salî di serê xwe de birîn bûye
– Suad Hisên Hesen a 37 salî, hevjîna Şêxo ye û di lingê xwe de birîn bûye
– Hemîde Şêxo Sîdo ya 8 salî di lingê xwe de birîn bûye
– Hemîd Şêxo Sîdo yê 7 salî di serê xwe de birîn bûye
– Şêrîn Şêxo Sîdo ya 5 salî di lingê xwe de birîn bûye
Her wiha malbata Menan Hemadê yê ji gundê Qitmê yê Şera jî birîn bûye.