Li Hemayê êrîşên çeteyên DAIŞ’ê zêde bune

Li Hemayê ji ber êrîşên çeteyan û ji ber mayînên berhemên şer ji destpêka nîsanê û heta niha 54 kes hatine kuştin.

Li gorî Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), ji destpêka Nîsanê de di encama êrişên çeteyên DAIŞ’ê û bermahiyên şer li Hemayê 36 sivîl û 18 leşker hatine kuştin.

Di meha nîsanê de 54 kes hatine kuştin

Hikumeta Şamê hê jî pirsgirêka mayinên ji bermahiyên şer ku dibin sedema mirina bi dehan welatiyan, çareser nekiriye.

Her wiha nikare şaneyên DAIŞ’ê yên li çolistanê ku dem bi dem li dijî welatiyan êrişan pêk tînin, tune bike.

Back to top button