Evîn Paşo: Eger êrişeke nû ser Rojava pêk were dê ji bo vejandina DAIŞ’ê bibe derfet

Li ser gef û êrişên dewleta Tirk li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û xeteriya DAIŞ’ê, Seroka Desteya Jin a Herêma Cezîrê Evîn Paşo nirxandin kir. Evîn Paşo da zanîn ku eger êrişeke nû ser Rojava pêk were dê ev ji bo vejandina DAIŞ’ê bibe derfet.

Xwexilaskirina ji krîzên hundirîn ê li Tirkiyê û pêkanîna xeyalên xwe yên Osmanî di dawiyê lihevkirina Lozanê de ji armancên serke yên dewleta Tirk in di sedsala 21’an de.

Li ser vî esasî jî tê xuyakirin ku çawa êrişên xwe ser Rojava û Başûrê Kurdistanê zêde dike, di heman demê de gefên nû ser Rojavayê Kurdistanê dixwe.

Têkildarî mijarê, Seroka Desteya Jin a Herêma Cezîrê Evîn Paşo nirxandin kir.

Evîn Paşo da zanîn ku pirojeya wan a demokratîk dewleta Trik ditirsîne.

Evîn Paşo teqez kir ku ev gefên dewleta Tirk û êrişên wî li ser herêmê, derfeteke ji bo vejandina DAIŞ’ê.

Seroka Desteya Jin a Herêma Cezîrê Evîn Paşo bal kişand ser têkiliyên xurt ên di navebra dewleta Tirk û DAIŞ de ku bi hev re îsyan û êriş dikin û wiha bi dawî kir:

Di şer û pevçûnan de li pêşiya çavê cîhanî hat xuyakirin bê çawa dewleta Tirk çeteyên Cebhet El- Nusra, Cêş El- Hur û DAIŞ di riya sînorê Tirkiyê dihatin derbaskirin.

Ev yek jî têkiliyeke xurt a di navbera wan de û pilankirina bihevre diyar dike.

Dê her dem gelê me bi rihê şerê gelê şoreşgerî tekoşîn bike, li hember hemû gefan jî emê bisekinin.

Back to top button