Îran: Em ji despêkirina danûstandina peymana nukleerî re amade ne

YE dixwaze rolê xwe yê navbeynkariya ji bo peymana nukleerî ya Îranê pêk bîne.
Ji bo vê yekê Berpirsê Têkliyên Derve yê YE Borrel serdana Tahranê kir.
Di dema serdanê de Rêveberên Îranê diyar kirin ku ew ji despêkirina danûstandinên peymana nukleerî re amade ne.

Borrell di civîna çapemeniyê ya li Tehranê de li ser peymana nukleerî ya sala 2015’an a Îranê got,

“Em ê di rojên pêş de li ser Plana Berfireh a Çalakiyê ya Hevbeş (COEP) nîqaş bikin.

Borrell diyar kir ku armanca sereke ya seredana bidawîkirina xetimîna danûstandinan e.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Huseyîn Emîr Ebdullahyan jî di civîna çapemeniyê ya hevbeş de ligel Borrell got:

“Em amade ne ku di rojên pêş de dest bi hevdîtinan bikin.

Tişta ku ji bo Îranê girîng e, sûdwergirtina tam ji berjewendiyên aborî yên rêkeftina 2015’an e.

Ebdulahiyan anî ziman ku wan civînek erênî pêk anine.

Îranê di sala 2015an de bi 5 endamên daîmî yên Konseya Ewlekariyê ya NY (Brîtanya, DYA, Çîn, Fransa, Rûsya) û Almanyayê re li ser bernameya nukleerî peyman îmze kiribû.

Back to top button