Bi hezaran Qerebaxî li dijî girtina korîdora Laçîn daketin qadan

Şerê li herêma Qerebax a Çiyayî her çiqasî bi fermî bi dawî bûye, lê aloziya li herêmê dewam e.
Navenda aloziya li herêmê korîdora Laçîn a tekane rêya navbera Qerebax û Ermenîstanê de ye.
Azerbeycanê careke din ev rê girtiy e.
Li dijî vê bi hezaran Qerebaxî daketin qadan.

Korîdora Laçîn ku yekane rêya navbera Qerebax û Ermenistanê ye, vê hefteyê ji aliyê Azerbaycanê ve hate girtin.

Bi hezaran kes li qada bingehîn a paytexta Qerebax Stepanakertê li hev kom bûn û xwestin korîdor bê vekirin.

Ermenistan diyar dike ku girtina korîdorê wê li Qerebaxê bibe sedema krîzeke giran a mirovî.

Azerbaycanê zexta xwe ya li ser herêmê zêde kir û 11’ê Tîrmehê korîdora Laçîn li çûn û hatinê girt.

Dewletên Yekbûyî yên Amerîka û Yekîtiya Ewropayê jî roja Çarşemê daxuyanî dan û xwestin dorpêça li ser korîdorê tavilê bê rakirin.

Di vê navberê de rayedarên Ermenistan û Azerbaycanê ji bo jinûve diyarkirina sînorê navbera herdu welatan roja Çarşemê hevdîtinên yekser pêk anîn.

Herdu alî hevdu bi binpêkirina agirbestê sûcdar dikin.

Li herêma sînor jî tim û tim şer diqewime.

Ev herdu welatên Sovyeta berê yên il Kafkasyayê, di sala 2020’î de ji bo kontrokirina Qerebaxê ketin nava şer.

Azerbaycan bi piştgiriya yekser a dewleta Tirk di vî şerî de gelek herêm kontrol kir.

Tevî bi navbeynkariya Rûsyayê agirbest hate ragihandin jî lê li ser sînor timî şer diqewime.

Herêma çiyayî ku piraniya şêniyên wê Ermen in, piştî ku Yekîtiya Sowyetan hilweşiya, ji Azerbaycanê cihê bûbû.

Di şerê destpêkê yê salên 1990’î de 30 hezar kesî jiyana xwe ji dest dabûn û bi serketina Ermenistanê bi encam bûbû.

Di şerê payîza 2020’î de jî 6500 kesî jiyana xwe ji dest dan û Azerbaycanê gelek herêm dagir kir.

Back to top button