Li Maliyê…3 leşker û 5 çekdar hatin kuştin

Li Maliyê çekdarine radîkal 2 êrîşên xwekuj pêk anîn û di encamê de 3 leşkerên welêt û 5 çekdar hatin kuştin.

Çavkaniyeke leşkerî ya Malî ji ajansa çapemeniya Fransî re diyar kir ku her du êrîş hemdemî hev li dijî 2 baregehên artêşê yên li Bolkêsî û Mondoro pêk hatin.

Çavkaniyê eşkere kir ku 3 leşker hatin kuştin û 7 jî birîndar bûn.

Îlona 2019’an, li dijî van her du baregehan, dîsa êrîş pêk hatibûn û wê demê 50 leşkerên Malî hatibûn kuştin û tevgera Nusret El-Islam Wel Muslimîn ku girêdayî Qaîdayê ye, êrîş girtibûn ser xwe.

Back to top button