Hêzên hikûmeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk li herêmên Laziqiyê, Hema, Heleb û Idlibê bi çekên giran êrişî hevkirin. Li Hemayê jî ji ber teqîna mayînekê de, 3 leşkerên hikûmeta Şamê hatin kuştin û 2 birîndar bûn.
Navenda Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyê ragihand Hêzên hikûmeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk li herêmên cuda yên herêma qaşo ‘Bê çek’ bi top û mûşekan bi hev ketin.
Hate ragihand hêzên hikumeta û çeteyan li derdora Kebana ya li bakurê Laziqiyê û El-Emîqa ya bakurê rojavayê Hemayê êrişî hevkirin.
Hate diyarkirin ku li herêmên çiyayê El-Zawiyê yê li başûrê Idlibê û hin deverên rojavayî Helebê jî di navbera herdu aliyan de şer derket.
Li Hemayê ji ber Teqîna mayînekê 3 leşkerên hikûmeta Şamê hatin kuştin
Her wiha çavdêriyê da zanîn ku, li bajarokê El-Heweyz ya Hemayê mayînek bi erebeyek hêzên hikûmeta Şamê ve teqiya..
Hate ragihandin di encama teqînê de, 3 leşkerên hikûmetê hatin kuştin û 2 jî birîdar bûn.