Li seranserî herêmê şehîdên 14’ê Tîrmehê hatin bibîranîn

Bi boneya salvegera 40’î ya Bexwedana Mezin a Rojiya Mirinê a Mezin a 14’ê Tîrmehê gelek çalakî li herêmê hatin lidarxistin. Di çalakiyan de qala berxwedana 14’ê Tîrmehê û encamên wê hatin kirin.

Di ser berxwedana rojia mirinê ya mezin a 14’ê Tîrmehê re 40 sal derbas bûn.

Bi boneya vê rojê gelek çalakî hatin lidarxistin û şehîdên 14’ê Tîrmehê hatin bibîranîn.

Bi vê armancê Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê civînek ji gel re li Hola Reşo a li Hesekê li darxist.

Li Dirbêsiyê jî bi heman armancê civînek hate lidarxistin.

Di civînê de bal hate kişandin ser berxwedana zindana Amedê û hate gotin ku heya niha ev berxwedan dewam dike.

Welatiyên Til Temirê jî bi civînekê şehîdên 14’ê Tîrmehê bibîranîn.

Hevserokê TEV-DEM’ê Xerîb Hiso di civînê de bal kişand ser berxwedana zindan Amadê û got: “Dewleta Tirk mat ma li hember berxwedana girtiyên di zindanê de ku her cure êşkence li wan dikir.”

Li navçeyên Şedadê û Holê jî civîn ji gel re hatin lidarxistin.

Di civînê hate gotin: “Berxwedana di zindana Amedê de hatî kirin heya niha dewam dike.

Gelê herêmê jî bi ruhê berxwedana 14’ê Tîrmehê niha li berxwe dide û destketiyên xwe diparêze.”

Li aliyekî din jî li navçeyên Qamişloyê civîn ji welatiyan re hat lidarxistin.

Di civînan de gelek axaftin hatin kirin û hate gotin:

“Divê em wekî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûrî li hember êrişan bi ruhê berxwedana 14’ê Tîrmehê bisekinin.”

Her wiha li navçeya Amûdê jî bi civînekê welatiyan şehîdên 14’ê Tîrmehê bibîranîn.

Di civînê de sinevzîzyonek derbarê berxwedana zindana Amedê de hate pêşandan.

Welatiyan Çil Axa jî li navenda çand û hunerê şehîdên 14’ê Tîrmehê bibîranîn.

Pêkhateyên Girkê Legê jî berxwedana zindana Amedê bibîranîn.

Di merasîma bîranînê de hate gotin berxwedana gerîla û destketiyên li herêmê dewama berxwedana ku li zindanê hate kirin.

Li Til Birak jî civîn hate lidarxistin û sinvîzyon hate pêşandan.

Her wiha li Kobanê jî civînek ji welatiyan re hate lidarxistin.

Di civînê de Rêveberê Meclisa Leşkerî yê Kobanê Mehmûd Dîmo axivî û got: “Bi saya berxwedana şehîdên 14’ê Tîrmehê em niha li ser pêyane.”

Back to top button