Salvegera 10’emîn a Rêveberiya Xweser a kantona Efrînê

Îro salvegera 10’emîn a ragihandina Rêveberiya Xweser a kantona Efrînê ye.
Di rojeke weke îro de kurdên Efrînê ji desthildariya hikûmeta Şamê bi temamî rizgar bû û bûn xwedî vîn.
Lê belê ev xweserî li zora dagirkeriya tirk çû û di 20’ê Çileya 2018’an de kanton dagir kir û guhertina demografîk pêk anî.
Niha xelkê Efrînê li Şehbayê dimîn û ji bo rizgarkirina herêma xwe di nava tekoşînê de ye.

Di rojeke weke îro de beriya 10 salan herêma Efrînê bi rengê azadî û xweseriya vînê hat xemilandin.

Belê… 29’ê Çileya 2014’an Rêveberiya Xweser a Herêma Efrînê hat ragihandin.

Ev rêveberî ji kurdên wî bajarî re bû hêviya rizgarî û pêşveçûnê.

Êdî şêniyên Efrînê xwe bi rengê rêveberiya xweser bi rê ve bir.

Saziyên xwe yên xizmetguzarî û perwerdehiyê ava kirin.

Û bi hêza xwe ya leşkerî YPG’ê û YPJ’ê ev statuya xwe ya xweser ji çeteyên Tirkiyê û hikûmeta Şamê parast.

Di bin sîwana vê rêveberiyê de atmosferke ji ewlehî û aramiyê çêbû ku wê demê ew aramî li ti devera Sûriyê nedihat dîtin.

Ji ber vê yekê bi sedhezaran ji pêkhateyên Sûriyê ji ber şer û binpêkirinên li herêmên hikûmetê û komên çete berê xwe dan bajarê Efîrînê û lê bi cî bûn.

Her wiha di warê bazirganî, aborî û çandiniyê geşedanên mezin rûdan.

Lê bi pêşketina projeya demokratîk li Efîrnê û pêşveçûna wê ya her qada jiyanî, hêzên derve û hundir li ser astên siyasî û aborî dest bi êrişên xwe yên li dijî herêmê kirin.

Ji salên 2014 heyanî berî dagirkirinê, çeteyên Tirkiyê êrişî Efrînê kirin lê hemû hewldanên wan bi berxwedaneke mezin pûç û vala derketin.

Ji ber vê yekê artêşa dewleta trik bi xwe ket dewrê.

Bi peymanekê li gel Rûsya 20’ê çileya 2018’an tevî çeteyên xwe êrişî Kantona Efrînê kir.

Rûxmî vê jî şervanên YPG û YPJ’ê û gelê Efrînê 58 rojan li hember hemû cure êrişan li ber xwe dan.

Niha jî xelkê Efrînê bi şert û mercên zehmet li Şehbayê di bin banê sîstema Rêveberiya Xweser ya ku bi avakirina komîn, Meclis û Rêvebeiryê dest pê dike, hebûna xwe dewam dike.

Her wiha doza rizgarkirina Efrîn û vegera wê jî armancên wê yên sereke ne.

Back to top button