Li Xertûmê êriş: 20 Kes mirin

Li paytexta Sûdan Xertûmê şer dijwar bûye.
Di êrişa artêşa Sûdan ya li paytextê de, herî kêm 20 sivîlan jiyana xwe ji dest dan.

Di armanca êrişa asmanî ya artêşa Sûdanê de, taxa Kalakla ya Xartûmê hebû.

“Komîteya Berxwedanê” ku ji destpêka şer heta niha alîkariyên ji bo niştecihên taxê organîze dike û xwe weke alîgirê demokrasiyê pênase dike, ragihand ku di êrîşa amsanî de, 20 sivîl mirin e.

Êrîşa asmanî doh pêk hat.

Komîteyê destnîşan kir ku ji ber gelek cenaze bi temamî şewitîne û parçe bûne, nehatine naskirin.

Ji 15’ê Nîsanê ve şerê di navbera artêşa General Ebdulfettah El Bûrhan û Hêzên Piştevaniya Bilez a General Mûhamed Hamdan Daglo de, bandorek mezin li welêt dike.

Li gorî rêxistina civakî ya sivîl a bi navê Armed Conflict Location & Event Data Project (Acled), heta niha ji ber şer nêzî 5 hezar kesî jiyana xwe ji dest dane.

Li Sûdanê piraniya wan jin û zarok 39 kes hatin kuştin

Back to top button