Li Siwêdayê xwepêşandanên bi armanca guherîn û demokratîkbûnê ên li dijî rejimê dewam dikin.
Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), li Siwêda û gundewarên wê xwepêşandan di roja 15’an de dewam dikin.
Li Qada Keramê ji saetên sibê ve şêniyên gund û bajarokan berê xwe dan navenda bajêr ku beşdarî protestoyan bin.
Xwepêşandêran diruşmên Guhartina aştiyane û veguhastina siyasî, “Hilweşe rejîm” û Em dixwazin bi rûmet bijîn berz kirin.
Di xwepêşandanan de banga guhartina siyasî ya giştî a li gorî biryara 2254’an de û hilweşîna rejîmê hate kirin.
Her wiha mîna rojên berê di xwepêşandanan de ,jinan bi girseyî cih girt.