Xwepêşandanên li Siwêdayê di roja 13. de didomin

Xwepêşandanên li Siwêdayê bi tevlîbûna hejmarek mezin a jinan dewam dike.
Her wiha şer û aloziya di navbera çete û hêzên hikûmetê de jî didome.

Xwepêşandan di roja 13. de dewam dikin.

Îro jî di seatên serê sibehê de girseya gel a ji gund û bajarokên bakur – rojhilata Siwêdayê gihiştin Qada Keramê ya li bajar.

Xwepêşandêran careke din bi yek dengî daxwazên guhartina siyasî û îstîfaya Beşar Esed kirin.

Her wiha jin jî bi girseyî li Qada Keramê amade bûn

Şerê di navbera çeteyan û hêzên hikûmeta Şamê de

Li aliyekî din jî aloziya di navbera çeteyan û hêzên hikûmeta Şamê de dewam dike.

Rêxistina Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand dema ku hêzên hikûmeta Şamê ber bi Telet El Melaca ya Li Cebel El Zawiyê ve bi pêş ve diçûn bûn armacna çeteyên Fetih El Mubîn.

Hat diyar kiirn di ecamê de 3 leşkerên hêzên hikumetê hatin kuştin.

Li herêma Cebel El Ekrad ya li Laziqiyê jî çeteyan êriş bir ser hêzên hikumetê.

Li vir jî di encama êrişê de 5 leşkerên hikûmetê hatin kuştin.

Back to top button