2 Welatiyên din li Efrînê hatin revandin

Hovîtiya dewleta Tirk û çeteyan li Efrînê roj bi roj zêde dibe.
Ev meh jî bi revandina du welatiyan dest pê kir.

Tora Çalakvanên Efrînê diyar kir ku welatiyekî ji gundê Dêr Siwanê yê bi girêdayî navçeya Şera hat revandin.

Navê welatiyê ku hatiye revandin jî Elî Osman ê 25 salî ye.

Hat diyar kirin Osman bi malbata xwe vegeriyaye Efrînê, lê piştî hefteyekê bi bahaneya ku berê bi Rêveberiya Xweser re kar kiriye hat revandin.

Li aliyê din jî Istîxbarata Tirk û çeteyên ku navê Polîsên Sivîl li xwe dikin welatiyê bi navê Nûrî Seydo yê 30 salî revandin.

Hat gotin ku çete li hember berdana Seydo 7 hezar dolar fidye ji malbata wî xwestine.

35 Malbatên çeteyan li mêtingehek navçeya Şera hatin bicihkirin

Back to top button