Guhertina demografiya Efrînê têne kirin dewma dikin.
Di çarçoveya guhertina demografîk de jî birîna daran, avakirina mêtingehan û dersînorkirina koçberên Sûrî bo herêmên dagirkirî dewam dike.
Tora Çalakvanên Efrînê diyar kir ku dewleta Tirk bi desteka Rêxistina Ensar a Filistînî 35 malbatên çeteyan li mêtingehek nêzî gundê El Xalidya yê li navçeya Şera bi cih kir.
Di vê mêtingehê de, nêzî 100 avahî hene û malbatên çeteyan lê têne bicihkirin.
Çeteyan 55 darên zeytûnê li Efrînê birîn
Efrîn POST jî da xuyakirin ku çeteyan li ser rêya di navbera gundê Kewkeba û Kefer Zêtê de 55 dar birîn.
Ew dar jî milkên welatiyên bi navê Hesen û Mihemed Bekir yê ji xelkê Badîna ne.