Revandina welatiyan, bûye karekî rojane yên çeteyên dewleta Tirk li herêmên dagirkirî.
Efrîn NEWS 24 ragihand çeteyan malbateke Kurd ku vedigeriya Efrînê revand.
Malbat ji dê, bav û 2 zarokan pêk dihat û ji Lubnan ber bi Efrînê ve diçû, lê li ser benda çeteyan ya li Ezazê têne revandin.
Efrîn NEWS da zanîn ku çeteyan malbat ber bi cihekî ne diyar ve bir û aqûbeta wan heya niha nayê zanîn.