Li kampa Holê jinek hat êşkencekirina û jinek jî kuştî hat dîtin

Beriya niha bi nûçeyên xwe me metirsiya hebûna çeteyên DAIŞ’ê ya li kampa Holê ji were ragihandibû.
Ji xwe di her kêliyê de hem fermandariya leşkerî ya QSD û hem jî rêveberiya bakur û Rojhilatê Sûrî jî qala vê metirsiyê ji bo herêm û tevahiya cihanê dikin.
Li kampa Holê jinên DAIŞ’î yên Rûsî 2 jinên DAIŞ’î ku xwişkên hev in, êşkence kirin.
Her wiha vê sibehê jî cenazeyê jinekê li Kampê hate dîtin.

 

Ji Baxozê heta bi Hundirê Kampa Holê DAIŞ’î dixwazin xeta xwe ya îdyolojî careke din xurt bikin.

Jinên ku tevlî perwerdeyê nabin wan weke ji rêya DAIŞ’ê derketine bi nav dikin û êşkence dikin.

Jinên Rûsî yên DAIŞ’î ku li kampê ne, 2 jinên din yên DAIŞ’î yên li kampê êşkence kirin.

Jinên Rûsî tevlîbûna dewreyên şerî yên veşartî li ser jinan sepandine.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên kampê der barê buyerê de ev agahî dan.

Her du jinên DAIŞ’î yên hatine êşkencekirin xwişkên hev in.

Navên wan Esma û Mehrem Mehmûd ên ji Tirkistanê ne.

Li gorî Hêzên Ewlekariya Hundirîn a kampa Holê ku ji ber lêdanê, şikestin di canê her du xwişkan de çêbûye.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn dazanîn ku îro cenazeyê jinekê jî li beşa bi navê “El-Muhacîrat” li nêzî kanalîzasyonê dîtine.

Tê texmînkirin ku ew jin li ser destê jinên DAIŞ’ê hatiye kuştin.

Li gorî raporên tenduristiyê, ew jin nêzî 10 roj in hatiye kuştin.

Sedema kuştina wê, bi amûreke tûj di serî de hatiye lêdan û gelek cihên laş şikestî ne.

Lê nasnameya cenazyê jina kuştî nehatiye naskirin.

Ev rewşên wiha, ne cara yekemîn e ku di beşa “El-Muhacîrat” de pêk tê.

25’ê Hezîranê DAIŞ’yekê neviya xwe ji ber ku cilên DAIŞ’ê li xwe nekirin ew kuşt.

28’ê Tîrmehê jineke Endonîzî ji aliyê jinên DAIŞ’ê ve hat kuştin.

Her wiha jineke DAIŞ’î bi kêrê endamekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn li kampê birîndar kir û penaberekî Iraqî jî kuştin.

Herî dawî jî 4 jinên DAIŞ’ê hewl dan ji Kampa Holê birevin.

Ev yek jî metirsiya li ser rewşa gelê Sûrî û cihanê careke din radixe ber çavan.

Di kampa Holê de zêdetirî 71 hezar kes ji koçber, penaber û malbatên DAIŞ’ê yên biyanî hene.

Hejmara malbatên çeteyên biyanî nêzî 11 hezar jin û zarokan in.

Tevî bangên Rêveberiya Xweser, lê dewletên malbatên çeteyan, wan pêşwazî nakin.

Ji xwe fermandarê giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî kampa holê mîna bombeyeke li ber teqînê bi nakiribû.

Leave a Reply

Back to top button