Li herêmên Malî yên li ser sînorê Nîjeryayê, di êrişa komên tundraw de zêdeyî 51 sivîl hatin kuştin.
Li gorî çavkaniyên leşkerî û rayedarên xwecihî, li sê wargehên li bakurê Maliyê, roja Yekşemê êriş hatin kirin.
Di van êrişan de li gundên Karu, Ouatagouna, Uataguna û Dautegeftê zêdeyî 51 sivîl hatin kuştin. ,
Berdevkê artêşa Maliyê serheng Suleyman Dembele êriş piştrast kir, lê belê agahiyên berfireh neda.
Rayedarên xwecihî jî diyar kirin ku “çeteyên ketin gundan, her kes qetil kirin, gund talan kirin û piştre jî şewitandin
Hate ragihandin ku êrişkar bi motorsîkletê ketine gundan.
Malî ku welatekî xizan ê li Sahelê ye, bi taybetî ji 2012’an ve li qadên ewlekarî û siyasetê di nava krîzê de ye.
Sûcên giran ên hêzên ewlekariyê yên navbera civatên etnîkî bûn sedem ku bi hezaran sivîl û leşker jiyana xwe ji dest bidin.
Her wiha bi sed hezaran jî koçber bibin.