Şêx Hamid El Ferec: Tecrîd bingeha hemû pirsgirêkan e

Şêxê eşîra El Welda Hamid El Ferec anî ziman ku tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan esasê hemû pirsgirêkên li herêmê ye. 

Hamid El Ferec têkildarî mijarê axivî û got :

Doza rêber Abdullah Ocalan ji dozên mirovî yên herî mezin ên ji bo gelên azadîxwaz e.

Dewleta Tirk cureyên herî qirêjî yên îşkenceyê li dijî rêber Abdullah Ocalan dimeşîne..

Rê nade ku parêzer û malbat serdana wî bikin.”

Şêx Hamid El Ferec anî ziman ku kiryarên li dijî rêber Ocalan sûcekî li dijî mirovahiyê ye.

Şêx El Ferec anî ziman ku rêxistinên îdiayê parastina mafên mirovan dikin û CPT berpirsên îşkenceya li Îmraliyê ne..

El Ferec bang li hemû gelên azadîxwaz kir ku hevgirtî bin û dakevin qadan ..

Back to top button