Kongra Star Encamnameya Kongra xwe eşekre kir. Di encamnameyê de hate diyar kirin ku Jin, Jiyan, Azadî serkeftina wan ne û biryarên wan ji bo avakirina têkilî û tifaqên demokratîk bi rêxistinên jinan re ye. Her wiha ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO jî wê gelek kar û xebat were kirin.
Kongreya 9’emîn a Kongra Star di 18’emîn salvegera damezrandina wê de hate lidarxistin.
Li ser bingeha konferans û civînên salane ya hemû kanton û rehendan Kongr pêk hat.
Koordînasyona Kongra Star Encamnameya Kongra xwe eşekre kir.
Encamnameya kongreya 9`emîn a Kongra Star wiha ye..
- Soza pêkanîna xeyal û hêviyên şehîdan hat kirin.
- Biryara xurtkirina hêza parastina cewherî hate dayîn.
- Kongra Star kongreya xwe ya 9’mîn diyarî şehîdan û berxwedêrên gelên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê kir.
- Biryarên me ji bo avakirina têkilî û tifaqên demokratîk bi rêxistinên jinan re ye.
- Divê hamleya ‘Dem Dema Azadiyê ye’ bigihêje asteke ku sîstema Îmraliyê parçe bike û azadiya fîzîkî ya rêber Apo mîsoger bike.
- Biryar û plansaziyên hemû konferansên kanton û rehandin di Kongrê de hatin erêkirin.
- Bi dirûşmeya ‘Divê tu jin bêrêxistinî nemînin’ him li Rojava û di asta Sûriyê jî li derve bi hemleyeke birêxistinkirinê di rastiya şoreşa jinan de wê pêşkinîneke nû bê avakirin.
- Weke Tevgera Jin divê têkoşîna me him tundiya dewletê him jî hişmendiya zilamê serdest ê di nav civakê bike hedef.
- Pêwist e têkoşîneke biralî, sîstematîk, rêxistî û têkûz li hemberî sîstema qirker bê pêşxistin.
- Me di 18’mîn salvegera damezrandina rêxistina xwe de startê pêvajoyeke nû ya têkoşînê û birêxistinbûyinê di asta hamleyeke ragihand.
- Di çarçoveya mîsogerkirina şoreşa jinê û azadkirina jiyanê bi pêşengiya hêza birêxistî ya jinan Kongra Star wê erkên xwe yên demê teqez pêk bîne.
- Jin Jiyan Azadî, Serkeftin ya me ye.