Kongreya 9. a rêxistina jin Kongra Star bi dirûşma ‘bi rihê têkoşîna şoreşa jinê em ê serhildana jin, jiyan, azadî bi ser bixin’ û bi beşdarbûna hezar delegeyan li bajarê Hesekê hat lidarxistin.
Duh di salvegera damezrandina xwe ya 18’emîn de, Kongra Star kongreya xwe ya 9’emîn bi tevlîbûna hezar delege ji rêxistin, sazî û tevgerên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûrî, Şam û Libnanê pêk anî.
Kongreya ku hatiye lidarxistin diyarî jinên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê hate kirin.
Endama Koordînasyona Kongra Star Rihan Loqo axiftina destpêkirina Kongreyê kir û got:
Di nava azarên şoreşê de me karîbû biba dengê jinên rojava, lê têkoşîna me ya li hember hişmendiya serdest û dagirkeriyê dê bi xurtî bidome.
Her wekî perspektîfên Rêber Abdullah Ocalan ên ji bo rêxistina jin û rapora xebata du salan jî bi beşdaran re hate parvekirin.
Rewşa rêxistinî hate nirxandin û ji bo derbaskirina kurt kêmaniyan pêşniyar û biryarên nû ketin rojeva jinan.
Di heman demê de, hevpeymana Kongreya Star hate xwendin û guhertin û veguhertin hatin kirin.
Paşê hilbijartin pêk hat û 7 jin ji bo Koordînasyona Kongreya Star hatin hilbijartin.
Kongre bi dirûşma “Jin jiyan azadî” bi dawî bû.