Dagirkeran ji Efrînê 3 welatiyên din revandin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li navçeya Şiyê ya Efrînê 3 welatî revandin.
Li Efrîna dagirkirî di nava 5 rojan de 5 kes hatin revandin û zêdetirî 700 dar jî hatine birîn.

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li gundê Hêkiçê û Merwaniya Jêrîn ên navçeya Şiyê ya Efrînê 3 welatî revandin.

Ji gundê Merwaniya Jêrîn Kesên hatine revandin navên wan wihane:

Ezîz Siwêdan yê 40 salî û Henan Damer-cî yê 35 salî ne.

Ji gundê Hêkiçê yê navçeya Şiyê jî Hisên Ebdo Tona yê 60 sali..

Kesên hatine revandin, ji bo baregeha çeteyan a li navçeya Cindirêsê hatine birin û heta niha çarenûsa wan ne diyar e.

Di nava 5 rojan de 5 welatî hatin revandin û zêdetirî 700 dar hatin birîn

Çeteyan meleyê mizgefteke Efrînê yê bi navê Yûsif Ebdulezîz Yaqûb yê 67 salî jî revandin.

Di 23’ê Sibatê de jî çeteyan ji taxa Umêrat, şêniyê bi navê Mihemed Hisên û Şaban revandin.

Di 24’ê Sibatê de Mihemed Mamo Cûma û Şakir Şêxo ji gundê Celemê yê navçeya Cindirêsê, revandin.

Her wiha çeteyan li gundê Dêr Sewan ê Şerayê jî zêdetirî 700 darên zeytûnan birîn.

Back to top button