Trump careke din li ser rêya dadgehê ye

Serokê berê yê DYA Trump ji rojeva Amerîka dernakeve.
Her tim bi rê û rêbazekî xwe dirojevê de dihêle.
Lê ya diyar vê carê karê wî zehmet e.
Trump de bi hinceta destwerdana encamên hilbijartina serokomariyê ya 2020’an kiriye doz hat vekirin.
Trump wê bi 4 sûcên cuda bê darizandin.

Hilbijartinên 2020’an ên li Dewletên Yekbûyî yên Amerîka bi aloz derbas bûbûn.

Serokê berê yê DYA Donald Trump piştî vê hilbijartinê, bi destwerdana di hilbijartin û veşartina belgeyan de, her di rojeva welat de ma.

Herî dawî derbarê destwerdana Trump di hilbijartinê de, îdianame hat vekirin.

Îdianameya ji 45 rûpelan pêk tê, Trump bi xapandina Amerîkayê tawanbar dike û dengdêran ji mafê wan ê hilbijartineke adil bêpar dihêle.

Biryar hat dayîn ku Trump di rûniştina yekem de li dadgeha federal a Washingtonê di 8ê Tebaxê de beşdar bibe.

Dadwer Tanya Chutkan dê dozê bişopîne.

Dadger Chutkan ji aliyê Serokê berê yê Partiya Demokrat Barack Obama ve hatibû tayînkirin.

Sûcdariya zexta li ser Alîkarê Serokkomar

Di îdianameya ku ji aliyê Dozgerê Taybet Jack Smith ve hatiye amadekirin de, Trump bi wê yekê tê sûcdarkirin ku ji bo guhertina encamên hilbijartinê zext li rayedarên federal û rayedarên dewletê, di nav de Alîkarê Serokê DYA yê wê demê Mike Pence jî kiriye.

Di îdianameyê de tê gotin; Trump tevî kesên din li 7 eyaletên ku di hilbijartinê de winda kirine lîsteyên namzetên sexte organîze kirine.

Tê gotin jî dema ku hewildanên wî yên ji bo erêkirina dengdêrên sexte bi ser neketin, Trump zext li cîgirê serokê wê demê yê Amerîkî Mike Pence kir ku nehêle encamên hilbijartinê werin piştrastkirin.

Pence: Min di nava destûra bingehîn û Trump de hilbijartinek kir

Mike Pence têkildarî îdianameyê li ser hesabê xwe yê Twîtterê daxuyaniyek da û wiha got:

“Îdianameya îro bîreke girîng e: Kesê ku xwe li ser Destûra Bingehîn dihesibîne bila nebe Serokê Amerîkayê. 6’ê Çileyê Trump ji min xwest ku ez di navbera wî û Destûra Bingehîn de hilbijartinekê bikim. Min Destûra Bingehîn hilbijart û ez ê her dem wisa bikim.”

Trump li pêşberî dadger tawanên li dijî xwe red kir

Back to top button