Mehmet Reşît Ocalan: Rêber Apo di zarokatiya xwe de jîr û cuda bû

Xizmê Rêber APO Mehmet Reşît Ocalan bi wesîleya 4’ê Nîsanê diyar kir ku ev roj rojbûna gelê kurd e û got: “Em ê bi hatina mevanan kêfxweş bibin.”

Li gundê Amarayê ku her sal 4’ê Nîsanê de gel serdana wê dike, îsal jî li benda mêvanên xwe ye.

Îsal jî li dijî tecrîda girankirî bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêber Apo Gundê Amara 4’ê Nîsanê pêşwazî dike.

Mehmet Reşît Ocalan ê 80 salî ku zarokatiya wî bi Rêber Apo re derbas buye têkildarî mijarê axivî.

Mehmet Reşît Ocalan ewil qala bîranên xwe ên bi Rêber Apo re kir û wiha got:

“Serok 4 an jî 5 salan ji min biçûktir e.

Di zarokiya xwe de jî pir jîr û cuda bû.

Di her karî de pir serkeftî bû.

Li nav rez dareke wî hebû, dara fistiqê. Diçû di bin wê darê de her tim pirtûk dixwandin.

Cihê wî li wir bû, her tim diçû bin wê darê.”

Mehmet Reşît Ocalan: Ev tecrîd nayê qebul kirin

Reşît Ocalan der barê tecrîda girankirî ya li Girtîgeha Îmraliye tê meşandin jî ev tişt gotin:

“Ev tecrîd nayê qebûl kirin. Em vê tecrîde qebûl nakin.

Zêdetirî 2 salan e ku tu xeber ji Girtîgeha Îmraliye tune ye. Ev tecrîd li dijî hiqûqê ye. .”

Mehmet Reşît Ocalan: Rojbûna wî rojbûna gelê Kurd e

Têkildarî 4’ê Nîsanê jî Xizmê Rêber Apo Reşît Ocalan diyar kir ku ew roj rojbûna gel e û ev bang kir:

“Em hemû kesî vedixwînin gund. Yên werin mevanên Serok in, mevanên me ne.

Em bihatina wan pir serbilind dibin.”

Back to top button