Lîsteya hilbijêran wê sibe bên rakirin

Serokê Koma Meclîsa HDP’ê yê Berê Yildirim jî hilbijartin weke fersendeke dîrokî ya hesabpirsînê binav kir û got: “Hilbijartinên 14’ê Gulanê ji bo Kurdan wê encamên girîng derbixe.
Derfetek wiha di dîrokê de, kêm tê pêşberî me.”

14’ê Gulanê li Tirkiyê hilbijartina Serokomar û dema 28. a Parlamenteran wê pêk bê.

Ji niha de li nava Tirkiyê atmosfereke zêde ya xelasbûna ji rejîma deshilat heye.

Lê ji bo hesabpirsînê pêwistî bi dengdanê heye.

Ev jî rê li ber wê yekê vedike ku kesên dengê xwe bikar bînin, ji navê xwe yê di lîsteya dengdanê de piştrast bin.

Ji ber ku sibe 2’ê Nîsanê wê lîsteyên navan yên hatine daliqandin bêne rakirin.

Ji bo vê pêwiste her kesê ku mafê xwe yê dengdanê heyî ji hebûna navê xwe yê di lîsteyê de piştrast be.

Di lîsteya serokomariyê de rêza namzetiyê diyar bû

Ji bo diyarkirina cihên namzetan ên li ser pusulayê îro jî qura hat kişandin.

Di rêza yekem de Erdogan, Înce 2’emîn, Kiliçdaroglu 3’emîn û Ogan jî di rêza 4’emîn de cih digre.

Yildirim: Em ê 14’ê Gulanê hesab ji rejîma AKP-MHP’ê bipirsin

Hemwextî vê gelê Kurd ji bo hesabpirsîna ji rejîmê bêsebre.

Serokê Koma Meclîsa HDP’ê yê Berê Ahmet Yildirim jî têkildarî girîngiya hilbijartinê ji ajansa ANF’ê re axivî.

Yildirim diyar kir ku ew bi pirsgirêkên welêt ên hundir û ji derve re, xwe ji bo hilbijartinan amade dikin.

Yildirim: Ji bo Kurdan wê encamên girîng derbixe holê

Yildirim îşaret pê kir ku hilbijartinên 14’ê Gulanê ji bo Kurdan wê encamên girîng derbixe holê û got:

“Helbet ev hilbijartinek a Tirkiyê ye.

Helbet 85 milyon mirovên ku li Tirkiyê dijîn, eleqeder dike.

Em ê hesabê bi vî rengî ji Erdogan û sîstema ku wî ava kiriye, bipirsin.

Em ê weke demokratîk li qada siyasî hesabê bipirsin.

Derfetek wiha di dîrokê de kêm tê pêşberî me.

Dîrok ji vî alî ve derfetek e.”

Yildirim: Hilbijêrên ji derve wê encamê biguherînin

Serokê Koma Meclîsa HDP’ê yê berê Ahmet Yildirim bang li kesên ku ji derveyî welat deng bi kar bînin kir û got;

Hilbijêrên ji dervey welêt wê encamê biguherînin.

Back to top button