Şehîdekî Enternasyonal yê Rojava Karker Kobanê

Karker Kobanê şehîdekî enternasyonal yê rojava ye.
Wî di şerê Kobanê de berxwedanî kir û ji guleyên herbê guldank çêkirin û digot;
divê her kes tevlî berxwedana YPG’ê bibe. Hemî bermahiyên şer veguherand muzeyê.

Karker ê 60 salî ku bi eslê xwe Arnavut e, ji bo Kobanê ji dagirkeriya DAÎŞ’ê biparêze, ji bo tevlî YPG’ê bibe derbasî Rojava bû.

Ew neviyê Rifat Horoz ku gerîlayekî beriya Şerê Cîhanê yê Yekem gelek çalak bû.

Bapîrê wî ji bajarê Prîştîne ya Kosovayê ku gelek Arnavut lê dijiyan hatiye, lê piştî Şerê Cîhanê yê Yekem, ji bo paqijkirina etnîkî berê wan dane bajarê Sînop a Tirkiyê.

Li ser banga Rêber Apo berê xwe da Kobanê

Di 14’ê Îlona 2014’an de DAÎŞ’ê êrîşî Kobanê kir.

Rêberê APO banga parastina Kobanê li gel kir û got,

“Eger ev hewldana qetlîamê (li Kobanê) bi ser bikeve, hem dê pêvajoya çareseriyê bi dawî bibe, hem jî wê bingehê darbeyeke nû ya demdirêj bê ava kirin.

Li ser vê bangê Karker Mala xwe ya li Sînopê ji malbateke Kurd a koçber re ku ji şerê Rojava rizgar bûne re dihêlê.

Di cih de berê xwe da Kobanê, lê nekarî sînor derbas bike.

Li gundê Misyanterê yê nêzî sînor ma û bi hefteyan şev û roj nobedê girt da ku nehêle çeteyên DAÎŞ’ê derbasî Kobanê bibe.

Wî biryar da ku muzexaneyek şer ava bike û hemû bermahiyên şer kom kirin.

Bi vê yekê re bal kişand ser çîrokên wêrankirinê û hem jî bajar ji sivîlan re ewletir kir ku vegerin.

Qalikên guleyan veguherand guldankên rengîn

Wî her wiha qalikên guleyan veguherand guldankên rengîn ji bo çandina kulîlkan.

Karker Kobanê di êrîşa mezin a çeteyên DAÎŞ’ê ya li ser bajêr di 26’ê Hezîrana 2015’an de şehîd bû.

Di vê êrîşê de nêzî 223 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Back to top button