Komkujiya Zaxo..Endamên Konseya Ewlekariyê ya NY piştevaniya Iraqê kirin

Piştî helwesta Iraq ya li nava Konseya Ewlekariyê ya NY ji welatên endam jî bertek derket. Nûnerên 14 welatên endam yek bi yek piştevaniya xwe ya ji bo Iraqê anîn ziman û gotin: Divê li ser bûyerê lêkolînek zelal pêk were.

Di civîna Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya derbarê komkujiya dewleta Tirk li gundê Perex a Zaxo pêkanî de welatên beşdar jî bertek nîşan dan.

Nûnerê Amerîka di civîna konseyê de ragihand ku Washington êrişa li ser Zaxoyê şermezar dike û got:

“Kuştina xelkê sivîl qebûl nakin.

Daxwaz dikin ku rêz ji serwerî û xaka Iraqê re bê girtin. Xelkê Iraqê şayenî pêşerojekê geş e.”

Di heman demê de Îmarat jî destnîşan kir ku li ser daxwaza Iraqê piştgiriya runiştina lezgîn dikin û ragihand:

“Piştgiriya lêkolîn û tedbîrên Iraq pêktîne dikin.

Teqezî li ser rêzgirtina li serwerî û yekparçetiya axa Iraqê dikin.”

Her wiha nûnerê welatê Îrlanda jî êrişa li ser Zaxo şermezar kir û got:

“Hevxemiya xwe bi gelê Iraqê re parvedikin û piştgiriya serweriya Iraqê dikin.”

Nûnerê welatê Gabonê jî êrîşa li ser Zaxo û komkujiya li dijî sivîlan şermezar kir û ev tişt anî ziman:

“Êrîşên li ser sivîlan nayên qebûlkirin û binpêkirina yasayên navneteweyî ye.”

Nûnerê Hindistanê jî got: “Êrîşa li ser Zaxo eşkere binpêkirina serweriya xaka Iraqê ye.

Divê rêz ji yekparçetiya xaka Iraqê re bê girtin. Em piştgiriya aştî û aramiya Iraqê dikin.”

Nûnerê Norwêcê jî daxwaz kir ku derbarê êrîşa Zaxoyê de lêkolîneke zelal were kirin.

Nûnerê welatê Gana daxwaz ji civaka navdewletî kir ku piştevaniya hewlên Iraqê ji bo lêkolînkirina êrîşa Zaxoyê bikin.

Di heman civînê de nûnerê Meksîka helwestên xwe wiha anî ziman:

“Em dilgiraniya xwe û hevxemiya xwe bi gelê Iraqê re parve dikin. Armanckirina sivîlan binpêkirina yasayên navdewletî ye.”

Nûnerê Fransa diyar kir ku Parîs piştevaniya Iraq û xelkê wê dike.

Nûnerê Kenyayê ragihand ku armanckirina sivîlan li Zaxoyê binpêkirina yasayên navdewletî ye.

Nûnerê Rusyayê got: “Em piştevaniya ewlekarî û aramiya Iraqê dikin û rêz li serweriya wê digirin.”

Her wiha nûnerê Brîtanya jî got, piştevaniya lêkolîna Iraqê ya derbarê êrîşa li ser Zaxoyê dikin.

Nûnerê Çînê jî daxwaz kir ku di lêkolînê de alîkariya Iraqê bê kirin.

Nûnerê Brezîlyayê jî eşkere kir ku binpêkirina serweriya Iraqê ne rewa ye.

Back to top button