Aliyên Lîbyayî li ser avakirina tîmên kar li hev kir

Hate ragihandin ku aliyên lîbyayê li ser avakirina tîmên biçûk ên kar li hev kirine, erka van tîman jî, xebitandina li ser erkên serweriyê ye.

Ev tîmên kar, di encamnameya civînên aliyên lîbyayî yên roja Şemiyê li bajarê Boznîqa ya Mexribê hatin lidarxistin de, hat avakirin.

Li gorî encamnameyê; lihevkirin li ser piştgirdayîna xebatên diyalogên siyasî yên bi soponseriya NY yên bi armanca avakirina desthilata rêveber ji bo pêvajoya demkî, pêk hat.

Wezîrê Karên Derve yê Mexribê diyar kir ku welatî banga rawestandina destwerdanên derve li Lîbyayê dikin û wê her tim ji bo çareserkirina aloziya Lîbyayê bixebite.

Back to top button