Kobanê-Xebatên avakirina zanîngeha nû ber bi dawî ve diçe

1’ê Hezîrana 2022’an li gundê Mezra Sofiyan a girêdayî bajarê Kobanê avakirina zanînegeheke nû dest pê kir.
Niha avakirina wê ber bi dawî ve diçe.

Ji ber zêdebûna hejmara xwendekaran, Rêveberiya zanîngeha Kobanê projeya avakirina zanîngeheke nû destpê kiribûn, proje ber bi dawîbûnê ve diçe.

Zanîngeh li rojavayê bajarê kobanê ye, 10 km dûrî navenda bajêr e.

Rêveberiya darayî ya zanîngeha Kobanê Ebdulrehman Demir diyar kir ku zanîngeha ku tê avakirin têra hezar û 500 xwendekarî dike.

Piştî bidawîbûna avakirina zanîngehê wê dest bi avakirina xewgehan ji bo xwendekarên derveyî Kobanê bikin.

Back to top button