Kurz: Bûyerên li Tirkiyê diqewimin nayên qebûlkirin

Serokwezîrê Awûstûryayê Sebastian Kurz got, Li Tirkiyê zext û zordarî li mirovên xwedî fikrên cuda yên siyasî tê kirin. Lewra cihê Tirkiyê li nava Yekîtiya Ewropayê nîne.”

Sebastian Kurz bersiv da pirsên xwendekarên rojnameya “Heute”.

Li ser pirsa “Gelo Tirkiye di nava 10 salên bê de dikare bibe endamê Yekîtiya Ewropayê?” Kurz rexneyên tund li desthilatdariya Erdogan kir.

Kurz gotina xwe anî ser wê yekê ku Tirkiye teqez di nava 10 salan de nikare bibe endamê Yekîtiya Ewropayê û got,

“Ez ê ji vê re bêjim na û ji bo vê bixebitim.”

Serokwezîrê Awûstûryayê anî ziman ku Tirkiye gav bi gav ji YE dûr dikeve û ev tişt anî ziman:

Li Tirkiyê rojnamevan û mirovên xwedî nêrîna siyasî ya cuda tên şopandin.

Zext li mirovan tê kirin.

Ev yek ne ya qebûlkirinê ye.

Cihê vê yekê li Ewropayê nîne.

Back to top button