Li Idlibê û Laziqiyê hikumeta Şamê û çete nuqteyên hev topbaran kirin

Li gundewrê Idlib û Laziqiyê, Hêzên hikumeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk bênavber nuqteyên hev topbaran kirin.

Hêzên hikumetê, îro nuqteyên çeteyên Tirkiyê yên li Fetîra, Sifohin, Filêfil û Bênîn ên başûrê Idlibê û derdora Enkawî ya li bakurê rojavayê Hemayê, bi dijwarî topbaran kirin.

Li gorî Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan jî, çeteyan gelek nuqteyên hêzên hikumetê yên li derdorê Kensebe ya bakurê Lazîqiyê, topbaran kirin.

Balafirên Rûsî nuqteyên çeteyên DAIŞ’ê bombebaran kirin

Li aliyekî din jî balafirên şer yên Rûsî zêdetirî 70 êrîş li herêmên belavbûna çeteyên DAIŞ’ê yên li çolistana Sûriyê pêk anîn.

Balafiran şikeftên ku çete lê dimînin û xetên paşîn ên çeteyan kirin hedef.

Di encamê de gelek çete hatin kuştin û jimarek birîndar bûn.

Back to top button