Şêniyên Qamişlo sersaxî ji malbatên şehîdên Erka Xweparastinê xwestin

Şêniyên Qamişloyê sersaxî dan malbatên şehîdên Erka Xweparastinê yên ku di êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de li gundê Xirbê Xwê şehîd bûbûn.
Li Hesekê jî 122 cangoriyên azadiyê yên di meha Tîrmehê de şehîd bûne bi merasîmekê hatin bibîranîn.

Ji bo şervanên Erka Xweparastinê Îbrahîm Mislit û Sebah Sadûn ên ku 28’ê Tîrmehê di êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de li gundê Xirbê Xwê yê navçeya Amûdê şehîd bûbûn, merasîmê sersaxiyê hat lidarxistin.

Di merasîmê de, endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Amûdê Ebdulbaqî Elî sersaxî ji malbatên her du şehîdan re xwest.

Elî diyar kir ku ew ê li hemberî êrişên dagirkeriyê têkoşînê xurt bikin û tolê ji sîxur û xayînan hilînin.

Endamê Meclisa Leşkerî ya Amûdê Bîco Bîco jî soza şopandina riya şehîdan da.

Rêvebera Kongra Star Celîla Xelîl jî diyar kir ku dewleta Tirk di siyaseta xwe ya qirkirina gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û jinên têkoşer de bi israr e.

Piştî axaftinan wesîqeyên şehadetê yên her du şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Li Hesekê 122 şehîdên meha Tîrmehê hatin bibîranîn

Li aliyekî din, Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê û Serêkaniyê jî merasîmê bîranîna 122 cangoriyên azadiyê yên meha Tîrmehê li Hola Reşo ya Hesekê li dar xistin.

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê Mihemed Cewad yê axivî, şehîd bi bîr anîn û bal kişand ser têkoşîna gelê herêmê ya parastina destkeftiyên Şoreşê.

Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Hesekê Dêrsim Dirbas jî bal kişand ser êrişên dewleta Tirk a dagirker û got:

“Em ê heta têkbirina dijmin û planên ji bo qirkirina gelên herêmê têkoşînê geş bikin.”

Di dawiya merasîmê de bi sînevîzyonekê wêneyên 122 şehîdan hatin nîşandan.

Back to top button