Tehran ji seûlê dixwaze destê xwe li ser pereyê wan rake

Rayedarên Îranê ragihand wan li dadgehên navneteweyî li dijî Koreya Başûr giliyên fermî kirine.

Dewleta Îranê ji bo bi dawîkirina cemidandina pereyên xwe yên li bankayên Koreya Başûr di nava tevgerê de ye.

Tehranê ragihand wan li dadgehên navneteweyî li dijî Koreya Başûr giliyên fermî kirine.

Medyaya fermî ya Îranê doh ragihandibû ku gilîkirina wan bi awayekî fermî hatiye dest pêkirin.

Bankayên Koreya Başûr bûne navenda aloziya Amerîka û Îranê

Biryara cemidandina pereyên Îranê piştî 2019’an de Amerîkayê xwe ji biryara peymana nukleerî vekişand ketibû meriyetê.

Rêvebiriya berê ya Amerîkayê hewil dida bi peymana ku bi Tehranê re îmze kiribû bernameya pêşxistina çekên nukleerî yên Îranê bide rawestandin.

Bi vê yekê re jî Koreya Başûr siyaseta xwe li hember Tehranê guhert.

Heyderî: Parlamento amade ye piştevaniya hikumetê bike

Alîkarê Serokê Lijneya Ewlehiya Neteweyî û Siyaseta Derve a Îranê Şehriyar Heyderî cemidandina pereyên wan şermezar kir û got:

“Divê hikumet di vê mijarê de giliyên xwe bike.

Di vê çarçeveyê de parlamento amade ye piştgirî bide hikumetê.”

Heyderî diya kir ku destpêkirin an jî kêmkirina têkiliyên dîplomatîk ên bi welatan re, mafê parlamentoyê ye û ev tişt anî ziman:

“Di vê wateyê de hikumet dixwaze bi hêza parlamentoyê re têkiliyên xwe yên bi Koreya Başûr re ji nûve binirxîne.

Danûstandin di navbera Îran û Koreya Başûr de didome.

Lê heta niha negihiştine encamekê. ”

Heyderî: Em neçarin asta têkliyên xwe bifikirîn

Heyderî diyar kir ku ew neçarin asta têkiliya xwe bifikirin.

Lewra divê parlamento destûrê bide hikumet û Wezareta Derve.

Niha jî Îran ji bo şopandina û serxistina daxwazên xwe di dadgehên navneteweyî de xebatên xwe xurtir dike.

Back to top button