Rêxistina Zarokan a navdewletî UNICEF ragihand ku ji ber vîrûsa Coronayê, bi milyonan zarok wê dûrî derzîkirinê bimînin.
Rêxistina UNICEF bi daxuyaniyekê îro got:
Ji ber mijûlbûna bi rûbirûbûna bi vîrûsa Coronayê re, pêngavên derzîkirinê li hin welatên rojhilata navîn û bakurê Afrîkayê rawestiyan.
Rêxistinê diyar kir ku bi vê yekê ji her 5 zarokên kêmî 5 salî, zarokek bi xeteriyê re rû bi rû ye, an jî li herêmên navborî derdora 5 milyon zarok wê derziya li dijî falincê nestînin.
Rêxistina Zarokan a navdewletî UNICEF tekez kir ku ew ê hewldanên xwe bikin ku di nav de welatên sînorên xwe girtine, derziyan bigihînin herêmên cîhanê.