Komîteya Zimhêrê li bazara Dirbêsiyê geriya

Ji bo pêşî li keysbaziya bazirganan jî were girtin, komîteya Zimhêrê li bazara navçeya Dirbêsiyê geriya û kesên muxalif ceza kirin.

Piştî belavbûna vê vîrûsê hin bazirgan dest bi keysbaziyê kirin.

Ji bo girtina li pêşiya vê yekê jî komîteyên zimhêrê gerên xwe li bazaran zêdekirine.

Bi vê armancê îro endamên Komîteya Zimhêrê ya Kantona Hesekê li bazara navçeya Dirbêsiyê geriyan.

Komîteyê li dijî kesên muxalif ceza birîn û madeyên demborî jî desteser kirin.

Komîteya Zimhêrê bi domdarî lîsteya nirxên kel û pelan diyar dike û şêniyan hişyar dike eger rastî keysbaziyê hatin wan agahdar bikin.

 

Li Heleb komîn enqazên malan radikin

Pêngavên pakkirinê yên ji bo pêşîlêgirtina belavbûna vîrûsa Coronayê jî li seranserî herêmê dewam dike.

Komînên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê dest bi pêngava paqijkirina malên ji ber şer xerabûne kirin.

Heta niha komînan nêzî 700 mal paqij kirine.

Derbarê mijarê de endamê Meclisa Şehîd Rûbar Qamişlo a beşa Rojava ji taxa Şêxmeqsûdê Îsa Mistefa axivî.

Îsa Mistefa bang li tevahî şêniyan kir ku bi wan re hevkar bin da ku taxên wan paqij bikin.

Wê ev pêngav heta bidawîkirina tevahî malên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bên paqijkirin, bidome.

Back to top button