Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrazorê li Hecînê 5 Şehîdên ku di dema rizgarkirina herêmê ji DAIŞ’ê şehîd bûbûn, bîr anîn.
Merasîma bîranîna şehîdên meha Hezîran û Tîrmehê li navanda Malbatên Şehîdan a Hecînê hat lidarxistin.
Welatî, Endamên saziyên sivîlî û Leşkerî û Yekîneyên Parastina Jin YPJ’ê tevlî merasîmê bûn.
Di merasîmê de serokê Meclisa Hecînê Selah El-Selman axivî diyar kir ku şehîdan ji bo parastina xaka xwe canê xwe feda kirin.
Piştî axaftinan Nasnameyên Şehîdan hate xwendin û radestî malbatên wan kirin.