QSD’ê 19 girtiyên ku ispat bu ku têkiliyên wan bi DAIŞ’ê re nîne û sûcên mirovî nekirine li ser banga rûspiyên êlên navçeya Şedadê û gundewarê Dêrazorê, berdan.
Rûspiyê êla Mehasin Ebdulqadir Şaban ji bo vê gavê spasiya QSD’ê kir.
Şaban destnîşan kir ku pêkanîna daxwazên rûspiyên herêmê û beşên civakî, asta baweriyê ya di navbera fermandarên leşkerî yên herêmê û rûspiyên wê de nîşan dide.
Rûspiyê eşîra El-Milhim, Hemza El-Giûd jî spasiya Meclisa Leşkerî ya Şedadê kir ku bi wan re bû hevkar û daxwaza wan bi cih anî.