Li bakur-rojavayê Babê teqîn pêk hat, 5 kes birîndar bûn

Li herêma Babê ya di bin dagirkeriya dewleta Tirk de ye, teqînek pêk hat û 5 kes birîndar bûn.

Teqîn îro piştî nîvro bi rêya erebeyeke bombebarkirî li bakur-rojavayê bajar pêk hat.

Birîndar ji bo nexweşxaneyê hate rakirin.

Navê birîndaran jî wiha ne:

Esed Elaya, Sadiq Silêman, Ehmed el Hisên, Sibhî Osman û Mehmûd El Swêd.

Heta niha kesî teqîn li xwe ne girtiye.

Di demên dawiyê de, li herêmên bakurê Sûrî ku ji aliyê dewleta tirk ve hatine dagirkrin, teqîn, kuştin û talana malên şêniyan zêde bûye.

Her wiha şerê parvekirina mal û milkê şêniyan ku di navbera çeteyan de pêk tê jî dibe sedema kuştina sivîlan.

Back to top button