Li Fasê ji bo jinûve avakirinê nêzî 12 mîlyar dolar hatiye veqetandin

Fas hewil dide birînên xwe yên bi erdhejêre çêbûne bipêçe.
Koşka Qiralyetê ya Fasê ragihand ku ji bo pêçana birînên xwe û jinûve avakirinê wan nêzî 12 mîlyar dolar veqedandiye.

Birînên piştî erdheja bi lerza 6,8 a 8’ê Îlonê li herêma El-Huz a Fasê pêk hat û bû sedema mirina bêtirî 2 hezar û 900 kesî, tên pêçan.

Di daxuyanîya ku ji aliyê Koşka Qralîyeta Fasê ve hat dayîn de, hate ragihandin ku Qralê şeşemîn li koşka xwe ya li paytext Rabatê daxuyanî da.

Di civînê de, hat diyarkirin ku di nava 5 salan de wê herî kêm 120 milyar derhem (11,7 milyar dolar) ji bo bernameya ji nûve avakirina herêmên erdhejê were veqetandin.

Hat destnîşankirin ku bername wê ji bo bicihkirina kesên ji erdhejê zirar dîtine, ji nûve avakirina herêmên erdhejê û tamîrkirina binesaziyê bê bikaranîn.

Herêmên herî zêde ji erdhejê bandor bûyîn, jî El-Huz, Chichaoua, Taroudant, Marakeş, Ouarzazate û Ezilal bû.

Li van herêman 4,2 mîlyon kes dimînin.

Wê ji butçeya hikumetê, alîkariya navneteweyî û sindoqa ku piştî erdhejê hatiye çêkirin, were fînansekirin.

Her wiha herêmên ku erdhej lê bandor bûne di nav herêmên herî feqîr ên Fasê de bûn.

Ji ber bandora erdhejê bêtirî 50 hezar xanî bi qismî an jî bi tevahî hilweşiyan e.

Li Fasê erdhej: Jimara kesên mirî derket 2946’an

Back to top button