Rûsya: Divê Civaka Navnetewî li hember zarokên kampê bi erka xwe rabe

Rûsya bang li Civaka Navnetewî kir ku berpirsyariya kampa Holê hilgire ser milê xwe û bi erka xwe rabe.

Cîgirê şandeyê Rûsya li NY’ê Gonnadi Kuzmin di civîneke konseya ewlekariyê ya Navnetewî de diyar kir ku” Civaka Navnetewî neçar e gavên cidî bo parastina zarokên Kampa Holê bavêje”.

Gonnadi Kuzmin qanûna navdewletî ya girêdayî parastina zarokan bi bîr xist û destnîşan kir ku ev qanûn dewletan neçar dike ku welatiyên xwe werbigirin, da ku zarokên wan ji nasnameyê bêpar nemînin.

NY diyar kiribû ku li Kampa Holê nêzî 60 hezar kesî, di nava xwe de 31 hezar zarokî ku di bin temenê 12 salî de ne dihewîne.

Back to top button