Piştî serdana Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyê ji Berlînê re, polîsên Alman li bajarê Nurnbergê girtin ser komeleya Kurdan.
Polîsan piştî derî û pencerên Mala Gel şikandin û hundirê wê serûbin kirin, dest danîn ser hemû tiştên buroyê û telefonên destan.
Di heman demê de jî polisan girt ser mala Hevserokê komeleyê Macbeth Kartal û kompîter, telefon û kamereya wî desteser kirin..
Her wiha aktivîstê Kurd Mîraz B. yê Kurd ku mêvan Macbeth bû hat binçavkirin.
Şev bi dehan rêxistin û partiyên Almanî û kurdî li pêşiya xwaringeha komeleyê xwepêşandanek li dar xistin û siyaseta Almanya şermezar kirin.