SOHR: 8 çekdarên Îranî hatine kuştin û gelek birîndar bûn

Di encamê êrîşa ku artêşa Îsraîlê roja Çarşemê li dijî Lazqiyê û Hemayê pêk anîbûn, 8 çekdarên Îranê hatine kuştin.

Çavdêriya Sûrî ya Mafê Mirovan derbara êrîşa roja Çarşemê ya li ser parêzgehên Laziqiyê û Hemayê agahiyên nû parve kir.

Çavdêriya diyar kir ku ji bilî sivîlên ku hatibûn kuştin û birîndar kirin, 8 çekdarên Îranî jî hatin kuştin û jimareke mezin birîndar bûne.

Ji xwe di êrîşa navborî de Îsarîlê deverên ku çekdarên Îranê lê dimîn û cebilxaneyên wan û hin derverên sivîlan kiribûn armanc.

Back to top button