Li bajarê Qamişlo 7. Festîval wêje û hunera jinê duh bi dawî bû

1’ê Adarê Mîhrîcana Wêje û Hunera Jinê bi dewreya xwe ya 7’emîn li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya Qamişlo dest pê kir..Duh Mîhrîcan bi belavkirina mertalên teqdîrnameyan li jinên serkeftî û xelatkirina hemû beşdaran mîhrîcan bi dawî bû.

Mîhrîcan di 1’Adarê bi diruşma “Jin kulîlka bihara çandê ye” pêk hat.

Li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya Qamişlo duh bi dawî bû .

Tê de gelek jin ji hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê beşdar bûn.

Di mîhrîcanê de gelek tabloyên hunerî yên îşaretê bi girêdana jinan bi çand û civaka xwezayî dikin hatin pêşandan.

Di mehrîcanê de çîrokeke li ser girêdana jinê bi berxwedana dîrokî ya parastina civakê ji hêla koma Hîlala Zêrîn ve hate pêşandan.

Dûvre dîlanên folklorîk ên pêkhateya ereb û kurd ve hatin pêşkêşkirin.

Di dawiyê de hemû beşdar hatin xelatkirin û nirxeke pere li 15 beşdarên di beşên wêje û hunerê de bi ser ketine hatin belavkirin.

Armanc ji vê mîhrîcanê pirrengiya çandê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê derxin pêş.

Back to top button