Hevserokê DBP’ê Amedê: Divê PDK ji bo yekîtiyê gav bavêje

Hevserokê Bajêr ê Amedê yê DBP’ê Mihemed Bakir diyar kir ku dewleta Tirk bi êrîşên xwe yên li ser Başûr dixwaze derbê li yekîtiya netewî bide û bang li PDK’ê kir ku ji bo yekîtiyê gav bavêje.

Hevserokê DBP’ê diyar kir ku wan gelek caran ji bo yekîtiyê hewildane lê hêzên hegemonê ku bandora wan li ser hin aliyên kurdî heye ev hewildanên wan vala derxistin e.

Bakir daxuyakirin ku hêzên dagirker çiqas ji bo yekîtiyê astengiyan derxînin jî wê encam negrin. Ji ber ku êdî kurd şiyar bûne û ferqa girîngiya yekîtiyê de ne.

Her wiha Bakir ji bo pêkaniya yekîtiya netewî bang PDK’ê kir û got:

“Em bang li PDK’ê jî dikn, ji bo yekîtiya netewî tovek hatiye avêtin, werin em bi hev re ji bo ku ev tov zîl bide, hewl bidin.”

Back to top button