YPJ’ê bi daxuyaniyekê nasnameya Şehîd Çîçek Kiliç eşkere kir

Yekîneyên Parastina Jin YPJ’ê bi daxuyaniyekê nasnameya şehîd Mezra Botan ragihand. YPJ’ê diyar kir dê li ser xeta şehîdan bimeşin heya pêkanîna serkeftinê.

Di 17’ê Hezîrana 2023’an de li bajarê Eyn Îsayê di encama bombebarana dewleta Tirk de Çîçek Kiliç şehîd bû.

Fermandariya Giştî ya YPJ’ê têkildarî şehadeta Çîçek Kiliç ‘Merza Botan’ daxuyaniyek da û got:

“Hevrêya me Çîçek Kiliç bi nasnav Mezra Botan di temenê xwe yê ciwan de bi armanca ji pergala qirêj ya dewleta Tirk tolê hilînê, di sala 2015’an beşdarî nava refên azadiyê dibe.

Hevrê Mezra di nava YPJ’ê de bû xwedî kesayeteke wêrek û di şexsê xwe de çanda gelê Botana berxwedêr îfade kir.”

YPJ’ê diyar kir ku Hevrê Mezra di nava Şoreşa Rojava de bû xwedî kesayeteke wisa ku di dil û mejiyê hemû hevrêyên xwe de cih girt û bû ji kedkarên vê şoreşê û wiha domand:

“Hevrê Mezra ji bo ku xwe bigihîne armanca xwe piştî pratîkeke têjî şûnde berê xwe dide qada perwerdeya Sekvantiyê.

Di sala 2018’an de di hûnera Sekvantiyê de pêş dikeve û bi awayekî çalak di nava şoreşê de kar û xebat meşand.

Merza Botan ji dema tevlîbûna xwe heya kêliya dawî a jiyana xwe beşdarî gelek pêngavên şer û operesyonan bû û li dijî dijminê hov bê dûdilî şer kir.

YPJ’ê di daxuyaniyê de wiha behsa şehadeta hevrê Merza Botan dike:

“Hevrêya me ya ddilwêrek Mezra Botan dema ku li ser erka xwe bû, di dîroka 17’ê Hezîrana 2023’an de li bajarê Eyn Îsa di encama bombarana dewleta Tirk a dagirker de şehîd bû.

“Di serî de em ji malbata şehîd Mezra Botan û tevahî gelê xwe yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin û soz didin dê li ser xeta şehîdên xwe bimeşin ta pêkanîna armanca wan.

Li gorî daxuyaniya YPJ’ê nasnameya şehîd wiha ye:

Nasnav: Mezra Botan
Nav û Paşnav: Çîçek Kiliç
Navê dayîk: Gûler
Navê bav: Sedîq
Cihê ji Dayîkbûnê: Silopî-Şirnex
Cih û Dîroka şehadete: 17.06.2023/ Eyn Îsa”.

Back to top button