Artêşa Tirk bombeyan li ser rêya çûnûhatina welatiyên gundên derdora bajaroka Şêladiz a ser bi herêma Biradostê, didayne.
Yek ji welatiyên deverê çend wêneyên bombeyên artêşa Tirk ên ku li ser rêya çûnûhatina welatiyan hatibûn bicihkirin,
Ji ajansa Roj News re şand û diyar kir ku artêşa Tirk li ser rêya gundan û deverên çiyayî gelek bombe çandine.
Heman çavkaniyê da zanîn artêşa Tirk bi helîkopteran bombe û teqemeniyê berdide ser rêyên çûnû hatina welatiyên diçin nava bax û rezên xwe.
Ji bona wê metirsiyek mezin li ser jiyana welatiyên deverê heye.