Welatiyên Hewlêrê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kirin.
Welatiyê bi navê Bêkes Heme Qadir da zanîn ku RêberApo ji ber daxwaza mafên Kurdan kir hat girtin.
Bêkes got: ”Rêber Ocalan serkirdeyek wisane ku daxwaza azadiyê ji bo hemû netewên bindest dike.
Ji bona wê divê hemû Kurd bi yekgirtî daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan bikin û ji bo wê têbikoşin.”
Welatiyê bi navê Merîwan Zinde jî xwest ku Rêber Apo bi awayek fîzîkî azad bibe û ev tişt anî ziman:
“Abdullah Ocalan ku bi salane girtiye û di bin tecrîdeke giran de ye, divê êdî bi fîzîkî azad bibe.”
Merîwan da zanîn ku azadiya Rêber Ocalan dikare li Tirkiye bandorê li ser pêvajoya aştiyê jî bike.
Havîn Guneşer: Li ser Rêber Ocalan dorpêça fîzîkî, li ser Kurdan şîdeta fîzîkî heye