Li Efrînê çeteyên dewleta Tirk a dagirker sibeha îroj bi ser malên Kurdan de girtin.
Di encamê bêtirî 20 sivîl hatin revandin.
Têkildarî binpêkirinan jî, çeteyên dewleta Tirk a dagirker li navçeya Şiyê sibeha cejna Qurbanê bi ser malan de girt.
Di serdegirtinê de, çeteyên bi navê El-Emşat 6 sivîl revandin.
Piştî standina fidyeyê ji malbatên wan, ew sivîl serbest hatin berdan.
Her wiha li Cindirêsê û li navenda bajarê Efrînê jî çeteyên dagirkeriyê bi ser malan de girtin û 17 sivîl revandin.